• Friday, 13 February 2026
logo

Tirk e û li Almanyayê dijî û arîkariya zarokên kurd dike

Gulan Media January 25, 2014 Nûçe
Tirk e û li Almanyayê dijî û arîkariya zarokên kurd dike
Ozgur Baytas wênegirekî ji bajarê Verlbert ê Almanyayê ye. Bavê wî ji Meletî ya bakurê Kurdistanê ye û dayika wî ji herêma Deryaya Reş e. Herdu jî Tirk in. Ew bi xwe li Tirkiyeyê hatiye dinyayê û di 22 saliya xwe de ji bo bigihe hevjîna xwe hatiye Almanyayê. Hevjîna wî Yelîz Beytaş li Almanyayê hatiye dinyayê, li vî welatî çûye dibistan û zanîngehê. Ew niha mamosteya dibistana seretayî ye. Keçeke şeş salî ya hevjînan heye.

Pêşveçûnên siyasî herdem bala Ozgur Beytas dikişandin lê ew pê re mijûl nedibû. Piştî ew tê Almanyayê, nû dikeve di ferqê de ka hesta ku mirov kêmanî be çawe ye. Pirsgirêkên ji ber nezanîna wî ya zimanê almanî bi serê xwe dibû sedema acizbûnê. Ev yek dibû sedem ku ew xwe bike di şûna Kurdên li Tirkiyeyê. Zextên dewletê yên li ser Kurdan, dezawantajên li cem memûr, dibistan û nexweşxaneyan dihatin bîra wî.

Ew demeke dirêj bû ku Ozgur difikirî ka wê çawa bikare alîkariyê bide kesên xizan. Wî baweriya xwe bi kampanyayên alîkariyê yên mezin yên saziyên xêrxwaziyê nedianî. Ew li ser vê yekê bi rêya înternetê dikeve di nav lêgerînan de û bi vî awayî mamosteyekî li bajarê Agirî yê bakurê Kurdistanê nas dike. Bi vê têkiliyê ew jê pirs dike ka çi kêmasiyên şagirtan hene. Wisa ew tê digihe ku şagirt ji pêdeviyên bingehîn yên mîna pêlav, gore, pênûs, jêbir anjî xicûkên zivistanî mehrûm in.

Bi vî awayî Ozgur Beytaş biryarê dide bi xwe tiştna bike. Dûre jî ew çend hezar Euro dide hev û hewcedariyên salekî yên şagirtan dikire; Pêlavên qayîm, xicukên zivistanê, çenteyên dibistanê, pênûs û lênûsk. Em li bajarê Dusseldorfê ligel Ozgur Beytaş derbarê piştgiriya wî ya zarokên kurd yên Agirî de axivîn.

Fikra wê projeyê çawe derket holê?

Ez bi guman bûm ku pereyên ji bo saziyên xêrxwaziyê têne berhevkirin digihin cihê xwe. Min destpêkir pereyan bidim hev, ji bo çûna zarokan ya dibistanê hesanî bibe. Pê re jî min bi rêya Facebookê têkilî bi mamosteyekî li Agiriyê dijî danî û jê re mesele vekir. Min herwiha jê rica kir ku ji min re bêje ka rewşa şagirtin çawe ye. Hemû tişt bi lez pêk dihat. Cara yekemîn bû ku min pere jî didan hev û ev yek ne ewqas hesanî bû ku ez dû xelkê diketim. Lê belê hemû pêk hat û ez jî fêrî gellek tiştan bûm. Ez niha ji xwe re dibêjim ku min bi vê kampanyayê zanîngeha jiyana xwe qedandiye.

Pirsgirêkên bi çi awayî rû dan û yên tu qet ne li bendê bûyî kîjan bûn?

Ez gellek caran aciz dibûm. Hevalên min yên ku digotin li Agirî tenê Kurd dijîn û ger pereyan bibexşînin, ewê “terorîstên“ siberojê perwerde bikin hebûn. Min gellekî fedî dikir. Min ji xwe pirs dikir ka gelo çawe dibe ku mirov kîndarê zarokên di jiyana xwe de qet nedîtine be.

Te li hember vê rewşê çi dikir?

Min xwast heta ji min were gellek pere bidim hev û dema çûna xwe ya Agirî jî gellek wêne û dîmenan bigirim û dema vegerim nîşanî wan bidim, ji bo ku şerm bikin. Min nêzîkî 5 hezar Euro berhev kir. Vê yekê gellek wext, hêz û enerjî xwar. Lê min çavên gilover yên zarokan yên bi kêf dîtin û gellek enerjî wergirt.

Amedekariyên te çiqasî domandin?

Amadekariyên min 3 mehan dom kirin. Berhevkirina pereyan, birêxistinkirina materyalan, kirîna bilêta balefirê wext wergirt. Min biryar da ku bi karsazên li Tirkiyeyê re hevkariyê bikim, ji bo xicûk, çenteyên dibistanê û pênûsan bi bihayê arzan werbigirim. Min ji wan re behsa projeyê kir û bi vî awayî min piştgiriya hinekan stand.

Te karî bi projeya xwe alîkariya çend zarokan bikî?

Bi vê projeyê me karî alîkariya 100 zarokan ya ku tam salekî têra wan bike pêk anî. Ew û dêbavên xwe dikarin salekî rihet bin. Ez dizanim ev alîkarî têrê nake û divê em demdirêjî alîkariya van zarokan bikin, heta ew dibistana xwe biqedînin. Min bi xwe alav bi xwe re birin wir. Ez ji Almanya bi balafirê çûm Agirî û min serê her zarokekî çeqûlatek jî belav kir. Wan çavên kêfxweş ez mest kirim. Herkes dikare vê alîkariyê bike. Di dema serdanê de min gellek wêne û dîmen girtin. Min piştre ew li ser Facebookê weşandin, ji bo kesên alîkarî kiribûn bizanibin ka çi ji pereyên wan hatiye. Yên ku nedixwastin alîkariyê bikin, piştî weşandina wan wêne û dîmenan şerm dikirin û li min digeriyan. Digotin ew jî dixwazin careke din alîkariyê bidin.

Tu li Agirî çawe hatî pêşwazîkirin?

Mirov herdem mêvanperweriya kurdan dibihîst. Lê min bîr nedibir ku evqasî mêvanperwer in. Heta niha ez qet wisa bi dilgermî nehatime pêşwazîkirin. Digel ku tişteke zêde ya malbatan bi xwe nebû, wan ez diezimandim taştê, firavîn û şîvê. Min di jiyana xwe de xwara ewqas xweş nexwariye. Min gellek car hewl da pêşiya ezimandinan bigirim, ji bo ku barê malbatan giran nebe. Lê ew dihatin ber deriyê min û ez dibirim. Ez hêjî di nava mestbûna mêvanperweriya kurdî de me.

Armancên te yên demdirêjî çi ne?

Me niha bi heman mebestê komeleyek damezirandin. Ev komele wê alîkariya darayî bide şagirtên diçin dibistanê û malbatên wan yên xizan. Gellek kesên ku piştre bi kampanyayê hisiyane û dixwazin careke din alîkariyê bidin hene. Armanca min ya pêş alîkariya şgirtên Mêrdînê ne. Hê ji niha ve min têkilî bi dibistanekî re daniye.

Hesabê bankê ji bo kesên dixwazin alîkariya bidin projeyê:

Spendenaktion Dorfschule

Kto: 26023473

Blz: 33450000

Rudaw
Top