• Wednesday, 11 February 2026
logo

Kawe Ezîzî: Helwêsta PYD ya nehêlana çûna şandê bo Rojava ne Kurdane ye

Gulan Media August 16, 2013 Nûçe
Kawe Ezîzî: Helwêsta PYD ya nehêlana çûna şandê bo Rojava ne Kurdane ye
Dr- Kawe Ezîzî endamê encûmena niştîmanîya Kurd li Surîyê (ENKS) ragihand, ku biryar bûye duh şandeke herêma Kurdistanê serdana Rojavayê Kurdistanê bike, lê PYD ew şand agahdar kiriye ku ew rê nadine ewê şandê ku ewê serdanê encam bidin.


Di bêjedanekê de bo malpera fermîya partîya demokrata Kurdistanê kdp.info, ew endamê ENKS´ê gotiye:´´ biryar bû şandeke herêma Kurdistanê serdana Rojavayê Kurdistanê bike, lê PYD ew aghadar kirine ku rêge nadine wan ewê serdanê encam bidin, her ji ber ewê ew şand li Hewlêrê ye û serdana xwe encam neda.´´

Dr. Kawe Ezîzî herwiha gotiye, ku ´´PYD bi şandê gotiye ku li Qamîşlhîç arîşeyek nîne û rêge jî nîne ji bo ku serdana Efrînê û Kobanê bikin ku ewe jî helwêsteke Kurdane nîne.´´

Ezîzî daye xuyakirin jî, ku karê evê şandeya han lêkolînkirin ji bûyeran bûye ku PYD zorê li xelkê dike, lê ewan rê nedaye ku rastî bihên aşkirakirin.

Ezîzî amaje ni ewê çendê jî kir, ku PYD hejmareke zêde ya xelkê anîbû ser sînor ku ewe jî tenê îstîfzazkirine nek tişteke din, lê hikûmeta herêma Kurdistanê rê da wan û ew jî hatine herêma Kurdistanê.
Top