• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokwezîr dema hilbijartinên Parêzgehan diyar kir

Gulan Media August 15, 2013 Nûçe
Serokwezîr dema hilbijartinên Parêzgehan diyar kir
Duh Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bi awayekî fermî bersifa komisyona serbixwe ya hilbijartinan derbarê dema hilbijartinên Parêzgehên Kurdistanê de da.

Serokwezîrê Kurdistanê di nameyekî de ku, pêşkêşî komisyona serbixwe ya hilbijartinan kiriye ragehandiye ku, me weke hikûmet roja 21.11.2013an weke roja saz kirina hilbijartinên Parêzgehan destnîşan kiriye.

Serokwezîrê Kurdistanê di beşeke din ya nameya xwe de piştîgiya hikûmeta Kurdistanê jî ji bo komisyona serbixwe û serxistina karûbarên komisyonê jî diyar kiriye.
Top