Bi amadebûna Serok Barzanî li Barzanê 30 saliya Enfalê hate bîr anîn
Di vê merasima han de ku, ji bo bîranîna 30 saliya enfal kirina Kurdên Barzanî de hatiye organîzekirin hijmareke zêde nunerên welatên biyanî, Konsolos, Parlementer û rayedarên hikûmeta Kurdistanê jî amadebûn û merasima han bi deqîqeyek rawestan bo Şehîdan û xwendina çend ayetek ji qoranê destpê kir û pişt re jî çendîn peyv û gotar di derbarê enfal û karesatên din yên ku, ji aliyê rejîma Baesê ve li ser Kurd hatine meşandin hatin pêşkêşkirin.
Hêjayê gotinê ye ku, beriya 30 salan rejîma baesê zêdetir ji 8 hezar Kurdên Barzanî binçav kir û bo çolên başûrê Îraqê weguhast û pişt re jî tevahiya han enfal kir.
