• Wednesday, 11 February 2026
logo

Xwenîşandanek bo piştgiriya R.Kurdistanê birêveçû

Gulan Media August 12, 2013 Nûçe
Xwenîşandanek bo piştgiriya R.Kurdistanê birêveçû
Li bajarê Norênborg'a Almanya, xwenîşandanek bo piştgîrî li Rojavayê Kurdistanê birêveçû û têde, komkûjiya Rojavayê Kurdistanê hate şermezar kirin û bang ji desthilatdrên Herêmê kirin ku sînor vekin.

Bi beşdariya hejmarek welatî û çalakvanên sivîl li bajarê Norêngorg'a Almanya, xwenîşandak bo piştevaniya Kurdên Rojava birêveçû û têde komkûjiya Bereya Nesra hate şermezar kirin û bang li tevahî partiyên siyasiyên perçeyên Kurdistanê hate kirin ku hevkariya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bikin.

Her wiha, di xwenîşandanê de, beşdarvanan, girtina deriyê sînor li hember Kurdên Rojava, ji aliyê Partiya Dîmokrata Kurdistanê (PDK) ve, bi helwesteke ne netewî û karekî ne hejayî binav kirin û daxaz kirin ku, di zûtirîn dem de deriyê sînorê Rojavayê Kurdistanê vekin.

Xwenîşabderab bang ji navend û rêxravên cîhanî yên mafên mirov hate kirin ku liser rewşa Rojavayê Kurdistanê, bê dengiya xwe bişkînin û lêkolîn derbarê komkujiyê bikin, ku di vê beşa Kurdistanê de tê encamdan û pêşiya wê bê girtin daku ji vê zêdetir welatiyên bê tawan bi destê Bereya Nesre û çekdarên vê welatî, neyên kuştin.

Xendan
Top