Nocifî: Plana ewlekarî ya Cejnê tenê propagende bû
Çavkanî eşkere kiriye ku, armanc ji wan propagendeyan weşartina şikestên hikûmeta Îraqê ên di warê ewlekarî û siyasî de bû.
Nocifî herwiha eşkere kiriye ku, jiber lawaza rewşa emnî Îraq rastî şikesteke gelek mezin hatiye û di warê abûrî û mirovî de gelek zererên mezin kiriye.
Çavkanî behsa vê yekê jî kiriye ku, beriya destpê kirina cejnê Fermandar û berpirsên hêzên ewlekarî behsa planeke baş ya ewlekarî kirine lêbelê di rojên cejnê de bûyer û teqînên heyî yên li bajarên curbicur ên Îraqê ew yek îsbat kirin ku ew plana han tenê propagende bûye.
