Kemal Kerkûkî û Cemîl Bayik li Qendîlê civiyan
Di vê civîna han de hevdem ligel nirxandina karûbarên komîteya amadekar ya kongreya netewî ya Kurd, rewşa Rojawayê Kurdistanê jî hate nirxandin.
Di vê civîna han de her du alî bi awayekî berfire behsa rewşa Rojawayê Kurdistanê û êrîşên ku, ji aliyê Elqaîde û Elnusra ve li ser gelê Kurd tên meşandin hatine nîqaşkirin.
Di beşeke din ya vê civîna han de Kerkûkê û Bayik behsa daxwaza Serok Barzanî yaku, bi armanca pêk anîna komîteyeke taybetî ya ji bo lêkolîn kirin li ser rewşa Rojawayê Kurdistanê de jî kirine û ev daxwaza han bi pêngaveke gelek girîng û dîrokî wesif kirine.
