• Wednesday, 11 February 2026
logo

DSK: Sînorên Rojawayê Kurdistanê nehatine daxistin

Gulan Media August 8, 2013 Nûçe
DSK: Sînorên Rojawayê Kurdistanê nehatine daxistin
peyvdarê dîwana Serokatiya Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî li dor rewşa Rojawayê Kurdistanê û ev gotinên ku, ji aliyê hin kanalên ragehandinê ve derbarê daxistina deriyên sînor de tên belavkirin weşand û ragehand ku, deriyên sînor yên di navbera Başûr û Rojawayê Kurdistanê de nehatine daxistin.

Peyvdarê dîwana Serokatiya Kurdistanê eşkere kiriye ku, bila ew kes û aliyên ku, gotinên wiha dibêjin û hewl bo bikar anîna rewşa Rojawayê Kurdistanê bo berejwendiyên xwe didin di destpêkê de biçin û ji gelê Kurd yê li Rojawayê Kurdistanê de bipirse ka gelo hikûmeta Kurdistanê bo we çi kiriye û heta niha çawe hevkariya we kiriye?

Hikûmeta Kurdistanê û Serokatiya Kurdistanê heta niha çawe hevkarî û piştgîriya Rojawayê Kurdistanê kiriye vê jiniha û pêde jî berdewam be lêbelê dibe rê ji tevahiya part û aliyên siyasî yên Rojawayê Kurdistanê re were dayîn daku, beşdariya birêvebirina welat û parastina gelê Kurd û Rojawayê Kurdistanê bikin û nabe aliyek her tişt bo xwe qorix ( tapo) bike, jiber ku, ew helwesta han li dijî tevahiya peymanên îmzekirî yên di navbera part û aliyên siyasî yên Rojawayê Kurdistanê deye.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku, em ji gelê xwe re dibijên ku, bila ew kes û aliyên ku, hewl didin rewşa Rojawayê kurdistanê bo xwe bikar bînin û firmêskên sextet ji gelê Kurd li Rojawayê Kurdistanê re dirjînin bila kerem bikin derî wekirîne û biçin bi kiryar û piratîk parêzgariya gelê Kurd û Rojawayê Kurdistanê bikin.
Top