Almaniya bi gojmeya 15 Miliyon Yûro alîkarîya penaberên Rojavayê Kurdistanê dike
Di hevdîtinê de ku, sefîr Borîs Roge berprisê beşa Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn li wezareta derve ya Almaniyayê û Suham Cebelî alîkara berpirsê peywendiyên derve amade bûn, Felah Msitefa behsa rewşa penaberên Surî û Rojavayê Kurdistanê yên li herêma Kurdistanê û ew hevkarî û alîkariya hikûmeta Kurdistanê pêşkeş dike kir.
Sefîra Almaniyayê behsa encamên serdana wezîrê aborî û geşepêdanê yê hikûmta almaniyayî bo herêma Kurdistanê kir û wê ew serdan bi serdanke serketî wesif kir. Wê got ku, hikûmeta Almaniyayê dê 15 milyon Euro ji bo alîkarîkirina penaberên Surî yên li herêma Kurdistanî bi rêxistinên WFP û UNICEF bide.
Mistefa ev insiyatîva hikûmeta Almaniyayê bilind nirxand û got ku, dê ev pêngava almaniyayê civaka navdewletî teşwîq bike ku, bi awayekî cidîtir alîkariya penaberên surî yên li herêma Kurdistanê bikin: ´´Hikûmeta herêma Kurdistanê ji bona bidestanîna alîkarîyên zêdetir bo penaberên Surî xebatên xwe çir dike. Hikûmeta Kurdistanê niha du kampên din li Hewlêr û Silêmaniyê bo penaberên Surî ava dike, ji ber ku, hijmara penaberên Surî li herêma Kurdistanê roj bo rojê ber bi zêdebûnê ve diçe.´´
Sefîra Almaniyayê, ji bona wê alîkariya pêşkeşî penaberên surî dike, sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir
