• Wednesday, 11 February 2026
logo

Peyama serokê herêma Kurdistanê bi boneya koça dawîya Şêrko Bêkes

Gulan Media August 6, 2013 Nûçe
Peyama serokê herêma Kurdistanê bi boneya koça dawîya Şêrko Bêkes
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê di peyamekê de xemgînîya xwe bo koça dawîya helbestvanê navdarê Kurdistanê Şêrko Bêkes ragihand û hevxemîya xwe pêşkêşî malbat û kesûkar û heval û alîgirên evî helbestvanê navdar kir û tekez kir, ku beşdarî i xebata rizgarîxwazîya gelê Kurd de kir û ji dest dana ev helbestvanê navdar xesatereke mezine bo wêje (edeb) û helbesta Kurdî.


Serokê herêma Kurdistanê bi boneya wefata Şêrko Bêkes helbestvanê navdarê Kurdistanê peyameke serxweşîyê belav kiriye. Mesûd Barzanî di peyama xwe de ragihandiye, ku koça dawîya Şêrko Bêkes hemû kes xembar kiriye.

Ev jî naveroka peyama serokê herêma Kurdistanê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Nûçeya koça dawîya helbestvanê navdarê Kurdistanê Şêrko Bêkes em hemû xembar kirin.
Ev helbestvane xêncî ku kurê helbestvanekî niştîmanperwerê Kurd Fayiq Bêkes bû, her bi wxe jî weke têkoşer û pêşmergeyek beşdarî di xebata rizgarîxwazîya gelê me d ekir û hemêşe weke helbestvanek, roleke berçav di bizava rewşenbîrîya Kurdî de hebûye, ji dest dana ev helbesvanê navdar, xesareteke mezine bo wêje û helbesta Kurdî.

Bi evê boneya xemnak, ez hevxemîya malbat û kesûkar û hevrê û alîgirên evê helbestvanê mezin dikim û ji perwerdigarê mezin daxwazkarim ku sebûrî û dilnewayî bide bi hemû alîyelî û xwedê jê razî jî bixe ber dilovanîya xwe.

Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
Top