• Wednesday, 11 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî beşdariya merasima sund xwarina Hesen Ruhanî kir

Gulan Media August 4, 2013 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî beşdariya merasima sund xwarina Hesen Ruhanî kir
Duh 4/8/2013 Serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî ku, duhê serdana Îranê kiribû, beşdariya merasima sund xwarina Serokkomarê nû yê Îranê Hesen Ruhanî kir.

Ev merasima han di saet 2 ya bi wextê Îranê hate lidarxistin û têde hijmareke zêde ji berpirs û nunerên welatên biyanî jî tê de beşdar bûn.

Weke tê zanîn Hesen Ruhanî di hilbijartinên vê carê yên Îranê de weke Serokkomarê Îranê hate hilbijartin û îro bi awayekî fermî postê Serokkomariyê ji Serokkomarê berê Mehmûd Ehmedînejad werdigire.
Top