• Wednesday, 11 February 2026
logo

Kurdên Bakur hêrişên ser Rojava şermezar dikin

Gulan Media August 4, 2013 Nûçe
Kurdên Bakur hêrişên ser Rojava şermezar dikin
Bi tevlîbûna bi hezaran Kurd û dostên Kurdan , Rêxistina Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya herêma Sancaktepe ya bajarê Stenbolê bi armanca şermezarkirina komkûjiya li gundên Til Eran û Til Hasil û hêrişên bo ser deverên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Bereya El Nesre û Rêxistina Îslamî ya Bîlad El Şam – Îraq`ê ve xwenîşandanek lidarxist û ew kiryarên hovane şermezar kirin.

Xwenîşanderan li hemberî Marketa Uçler dirûşmên wek (Bijî Berxwedana YPG, Bijî Şoreşa Rojavayê Kurdistan`ê, Bê Serok Jiyan Nabe) avêtin.

Hêjayî gotinê ye ku, endamên rêxistinên mîna EMEP, Partizan, Kaldıraç, DHF, ESP, SODAP, Aka-Der piştgirî dan xwenîşanderan.

Mûş - Ji aliyekî din ve li herêma Varto ya bajarê Mûş`ê jî bi tevlîbûna bi hezaran Kurdistaniyan di meşekê de diruşmên wek (Tendirustiya Serokê Me Tendirustiya Me ye, Em Şoreşa Rojava silav dikin û Hêrişên Li Serêkaniyê Şermezar Dikin) bilind kirin.

Xendan
Top