• Wednesday, 11 February 2026
logo

YPG: 63 çekdar El Nusre hatine kuştin

Gulan Media August 4, 2013 Nûçe
YPG: 63 çekdar El Nusre hatine kuştin
Navenda çapemdniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku di pevçûnên 24 saetên dawî de ku hîn jî didomin 63 çekdar hatine kuştin. Her wiha YPG’ê destnîşan kir ku Artêşa Azad piştgiriya çekdarên El-Nusra dike.

Li gor nûçeya ajansa Hawarê belavkiriye ku di daxuyaniya YPG`ê de encama pevçûnên 24 saetên dawî bi vî rengî hate destnîşan kirin. “Li Kobanê pevçûnên çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad Şamê /Cephet El-Nusra êrîş kirin û xwestin ji aliyê gundê Gir Heso pêşde werin û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûn derketin. Di encamê de 10 çekdar hatin kuştin û êrîşkar neçar man paşve bişên. Li Serêkaniyê jî şevê din çekdarên El-Nusra li herêma Til Xelaf êrîş kirin ser çeperên YPG’ê û di encama pevçûnan de 24 çekdar hatin kuştin û pevçûnên li wir hîn didomin.

Li gundê Girhok ê Girkê Legê jî çekdarên Dewleta Îsalmî ya Iraq û Şamê / Cephet El-Nusra dema bi çekdarên giran û tangan dixwestin bi alî herêma Rimêlan ve pêşve werin rastî bersivdayîna şervanên YPG’ê hatin û di encamê de pevçûnên dijwar derketin. Di van pevçûnan de jî 29 çekdar ku hin fermandar dinav de hebûn hatin kuştin, 3 wesayîtên ku yek jê bi doçka bû hatin ruxandin û 11 cenaze tevlî çekên wan ketin destê şervanên YPG’ê de.

Di berdewama daxuyaniyê hate gotin ku di pevçûnên 24 saetên dawî de şervanê YPG’ê Ehmed Şukrî Horan di pevçûnên Serêkaniyê de jiyana xwe jidest daye.

ANHA
Top