Yekîneyên me ligel Artêşa Azad li dijî PYDê şer dikin
Samir Hafez derbarê rêveberiyeke Kurdan de li Rojavayê ji Today’s Zaman re gotiye: “Ev ji bo me cihê nerehetiyeke cidî ye. Em hewl didin ku gundên Turkmenan li herêmê biparêzin. Em (Turkmen) li vê herêmê bi 5 yekîneyên xwe şer dikin.“
Samir Hafez dibêje ku ti alternatîva yekparebûna xaka Sûriyê nîne û wiha berdewam dike: “Em bi tundî li dijî otonomiya (ya kîjan koma etnîkî be jî) li Sûriyê ne. Dewletek serbixwe, ya kîjan alî jî be, li ser xaka Sûriyê ne di berjewendiya Sûriyan de ye. Ji destpêke ve me yekparebûna xaka Sûriyê parastiye.“
Meclisa Turkmenên Sûriyê dawiya Adara îsal li Enqerê hatibû damezrandin û Samir Hafez bibû serokê wê. Navenda vê meclisê niha jî li Tirkiyeyê ye. Li gor dîtina Samir Hafez, 4 milyon Turkmen li Sûriyê dijîn û gellekên ji 290 gundên wan li herêmên Kurdan in û eger Kurd li herêmê bibin desthilat, Turkmen wê zirarê ji vê yekê bibin.
Rudaw
