• Wednesday, 11 February 2026
logo

Kurdên Hewlêr û Silêmaniyê ji bo Rojava meşiyan

Gulan Media August 4, 2013 Nûçe
Kurdên Hewlêr û Silêmaniyê ji bo Rojava meşiyan
Li gor nûçeyek Ajansa Hawar, Bi armnca şermezarkirina hêrîşên komên çekdar yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Bereya El-Nesra li ser Rojavayê Kurdistanê û girtina deriyê sînor yê Sêmalka, bi sedan Kurdistaniyên bajarê Hewlêrê meşek lidarxistin ku meş li pêşiya Parka Ronak dest pê kir û ber bi avahiya parêzgeha Hewlêrê ve rê ve çû, çalakvanan ji hikûmeta herêmê xwestin ku deriyê sînor yê Sêmalka bê vekirin, her wiha kiryarên hin komên li Başûrê Kurdistanê ku bi navê "Cîhadê" ciwanan birêxistin dikin û jibo şerê Kurdan rêdikin Rojavayê Kurdistanêhate şermezar kirin.

Li bajarê Silêmaniyê jî Mele Edbilkerîm Şarbecêrî di xutbeya roja Înê li mizgefta Serdar Axa ya bajarê Silêmaniyê de mijara ciwanên ku bi navê "Cîhadê" li Rojava şerê Kurda dikin anî ziman û got: Hin kom li Başûrê Kurdistanê bi navê "Cîhadê" ciwanan birêxistin dikin û jibo şerê Kurdan rê dikin Rojavayê Kurdistanê, Şarbecêrî ji malbatan xwest ku li hember van lîstokên ku bi navê Îsamê têne kirin hişyar bin.

Xendan
Top