• Wednesday, 11 February 2026
logo

Di mehekî de 900 kes li Îraqê hatine kuştin

Gulan Media August 3, 2013 Nûçe
Di mehekî de 900 kes li Îraqê hatine kuştin
Wezareta navxwe ya Îraqê ragehand ku, meha derbasbûyî yek ji wan mehên xwînawî ya Îraqê bûye û nêzî hezar welatiyan ji ber kiryarên terorîstî canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyekî de wezareta navxwe ya Îraqê eşkere kiriye ku, di meha derbasbûyî de li seraserê welat de di encama kiryarên terorîstî de 989 welatî canê xwe ji dest dane û hijmareke gelek zêde jî birîndar bûne.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku, berpirsiyarê tewahiya wan kiryaran tevgera terorîstî ya Elqaîdeyê ye û tevgera han dixwaze Îraq ber bi şereke olî û navxweyî ve bibe.
Top