• Wednesday, 11 February 2026
logo

Civîna komîteya amadekar ya kongreya netewî îro jî dom kir

Gulan Media August 3, 2013 Nûçe
Civîna komîteya amadekar ya kongreya netewî îro jî dom kir
Di çarçoweya kar û çalakiyên komîteya amdekar ya kongreya netewî ya Kurdistanê de, îro jî civîna vê komîteya han yaku, duhê destpê kiribû dom kir.

Di civîna han de çendîn babet û mijarên taybet bi amadekariyên pêwîst bo lidar xistina kongreyê hatine nîqaşkirin û komîte kar û çalakiyên xwe jî şîrove kiriye.

Di vê derbarê de çend çavkaniyên beşdar yên di civînê de eşkere kirin ku, armanca civînê nirxandina bizav û çalakiyên komîteyê ye.

Hêjayê gotinê ye ku, duhê jî endamên komîteya amdekar ev yek eşkere kiribûn ku, vê di roja 19ê Tebaxê de kongreya netewî were lidar xistin.
Top