• Wednesday, 11 February 2026
logo

Kurdistan li ser nexşeya geştyarî ya cihanê tine

Gulan Media August 1, 2013 Nûçe
Kurdistan li ser nexşeya geştyarî ya cihanê tine
Hewlêr wek paytexta geştyarî ya erebî ji bo sala 2014ê hatiye hilbijartin, herwiha ji bo geşkirina jêrxaneya geştyarî bi buhayê zêdeyî 2 milyar Dolaran hilberîn ji aliyê sêktora taybet tê kirin, lê heta niha Herêma Kurdistanê nebûye cihê balkişandina welatên rojava.

Di konferanseke geştyarî de ku serê vê mehê li Londonê hat sazkirin û ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibû piştgirîkirin, endamê parlementoya Brîtanyayê Nazim Zehawî got: “Îro li ser rê, gava dihatim vir, li dora London min rêklama gellek welatan dît ku welatên xwe wek navçeyên baş ji bo geştyariyê nîşan didan. Lê balkêş bû ku min Kurdistan di nav wan de nedît.”

Di van salên dawî de hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi avakirina jêrxaneya pêwist kir, da ku Kurdistanê bike cihekî geştyarî, lê heta niha tenê bala rojavayiyên serkêş û bazirgan û rojnamevanan kişandiye. Her çiqasî hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje di sala 2012ê de zêdeyî 2.2 milyon geştyaran serdana Kurdistanê kirine, lê pirraniya wan iraqî bûn, ên ku ji ber şîdetê reviyane, da ku demeke aram li market û parkên Kurdistanê di aştiyê de derbas bikin.

Li gor gotina serokê desteya hilberînê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hêriş Muherem: “Rêzeçiya û derbend û deştên Kurdistanê valahiyeke fireh ji bo havîngeh û derbaskirina demê dirust kirine. Herwiha ew aramiya ku li Kurdistanê heye, ligel seqaya wê ya hênik, Kurdistan kiriye cihekî baş yê geştyariyê.”

Nûnera Herêma Kurdistanê li Brîtanyayê, Beyan Samî Ebdilrehman, di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de got: “Gelê me heye, çanda me heye, gellek tiştên me hene, lê ew tişt bi şêweyekî wiha nehatine rêkxistin ku geştyar bikarin serdana Kurdistanê bikin.”

Brîtanya yek bû ji wan welatên ku ji pêşî de xwestiye nûnerê wê yê dîplomatîk li Hewlêrê hebe, lê heta niha ti geşteke ezmanî ya rasterast di navbera Brîtanya û Kurdistanê de tine. Beşekî vê ji ber pîvana bilind a asayişa Brîtanyayê ye, lê nûnera Herêma Kurdistanê li Brîtanyayê got: “Em geşbîn in ku ev kêşe wê bên çareserkirin.”

Wek îspatek ji bo aramiya Kurdistanê, karbidest dibêjin ku êrişa dawî ya terorîstî ku li Herêma Kurdistanê pêkhatiye, beriya 10 salan bû. Lê Kurdistan hêj bi Iraqê ve girêdayî ye û li Iraqê jî nearamî û şîdet belav e.

Şêwirmendê sereke yê Komeleya Rojhilata Navîn (MEA) Davîd Loyd dibêje, ew hewl dide ku wêneyê Kurdistanê biguhere, lê “medyaya Brîtanya ne hevkar e, ji ber ku pirraniya wan nûçeyên ku derbarê Kurdistanê de belav dibin, nerênî ne. Pirraniya xelkê agahiyên wan ên baş derbarê Kurdistanê de nînin.”

Li gor wezareta derve ya Brîtanya, Kurdistan bê kêşe ye. Rêvebera bazirganî û hilberînê ya Brîtanyayê Krispin Simon got: “Têbîniyên wezareta derve derbarê Kurdistana Iraqê de ne nerênî ne û ne rêgir in li ber geşt û gerê.”

“Baştir e Kurdistan wek beşekî Iraqê neyê behskirin”

Li gor rêvebera şîrketa KBC, Helena Bird, ku şîrketeke geştyarî ya navdar a brîtanî ye, ji Kurdistanê re baştir dibe eger wek beşekî cihê ji Iraqê xuya bike: “Di aliyê geştyarî de wiha baştir e eger navê Kurdistanê wek beşekî Iraqê neyê hildan, lê berevajî Iraqê bê behskirin. Wek cihekî bê behskirin ku nêzîktirîn cih e ji Tirkiyeyê û wan cihên ku hevwelatiyên brîtanî ji bo geşt û gerê serdana wan dikin.” Helena Bird got: “Pêwist e hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam be di belavkirina wan zanyariyan de ku dibêjin Keleha Hewlêrê cihekî pirr kevnar e û tê bawerkirin ku cihê cihanê yê herî kevn e. Herwiha dikarin behsa çiya û sûlavan jî bikin eger bixwazin. Lê çiya û sûlav li her cihî hene. Lewma baştirîn peyam kevnariya bajêr e.”

Li gor parlementer Nazim Zehawî, ji ber dîroka zengîn a Kurdistanê “divabû li deverê navenda geştyariyê hebûya. Pêwist e Kurdistan ligel wan welatan pêşbaziyê bike ku salane zêdetirîn geştyar serdana wan dikin. Wek mînak bajarê Petra, ew bajarê dêrîn yê Urdunê ku di sala 2007ê de 500 hezar kesan serdana wî kir, di demekê de ku Keleha Hewlêrê bi 4 hezar salan ji Petra kevintir e.”

Rêvebirê şîrketa geştyarî ya Step Travel, Paul Kraven, buhabûnê wek sedema kêmbûna geştyaran li Kurdistanê dibîne: “Mêvanxane pirr giran in, rênîşander doza pereyên zêde dikin û kirêya guhastinê jî zêde ye. Lê xwarinên kurdî pirr xweş in.”

Rudaw
Top