• Wednesday, 11 February 2026
logo

Barzanî û Daudoglo rewşa rojavayê Kurdistanê nirxandin

Barzanî û Daudoglo rewşa rojavayê Kurdistanê nirxandin
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bi serdaneke fermî gihişte Enqereyê, paytexta Tirkiyeyê, û digel Ehmed Daudoglo wezîrê derveyê Tirkiyeyê civiya.

Barzanî û Daudoglo di civîna xwe de; rewşa Rohjilata Naverast, rewşa Suriyeyê, pevçûnê li rojavayê Kurdistanê, ew metirsiyên rûbirûyê rojavayê Kurdistanê û deverên kurdan dibin,rewşa aloza Îraqê, Kongreya Netewîya kurdî û têkeliyên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê nirxandin.

- Li dor rewşa Îraqê û têkeliyên navbera Hewlêr û bexdayê, wezîrê derve yê Tirkiyeyê li hember başbûna têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û hewilên ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya danûstandinan tê kirin, piştgiriya welatê xwe diyar kir.

- Li dor amadekariyên ji bo sazkirina Kongreya Netewiya Kurdî tên kirin, Daudoglo got ku, Tirkiye pêşwaziyê li xebatên çareserkirina pirsgirêkan biaşitî û dûr ji şidetê dike. Wezîrê derve yê Tirkiyeyê hêvî kir ku, hemû aliyên beşdar pabendî biryar û tewsîyeyên Kongreyê bibin

- Her du aliyan bi dûr û dirêjî têkeliyên nevbera Hewlêr û Enqereyê nirxandin û tekîd li ser zêdetir xurtkirina têkeliyên aborî û bazirganî û hevahengiya di warê enerjiyê de kir.
Top