Li Xormatuyê 3 teqîn
Jêderekê li polîsê qeza Xormatuyê ragihand ku îro çarşeme di encama teqîna bombekê bi otombêleke cura KIA sportec li ser rêya seyrangeha Nimre (8) nêzîk projeya ava Xormatuyê ajovanê otombêlê birîndar bû û da zanîn ku ajovan polîse û ser bi yekîneya nefta Xormatuyêye.
Jêderê amaje bi wê yekê jî kir ku piştî ku mefrezeyekî fewca du a lîwaya piyade 49 ser bi firqeya 12`ê a artêşa Êraqê bi hawarê ve çû bo guhastina birîndaran bo nexweşxaneyê bombeyek din bi otombêleke wan de diteqe û di encamê de efserekî ser bi nefta bakûr û du serbazên ser bi fewca navbirî birîndar bûn.
Ji aliyekî din ve jêderekê li birêvebertiya polîsê qeza Hiwêceyê jî ragihand ku şeva borî di encama teqîna bombekê bi teraktorekê de li nêzîkî gundê (E`rîşe) a ser bi bajarokê Riyaz ajovanek birîndar bû.
Her weha jêderê da zanîn ku birîndar jî muxtarê gund bû û lêkolîn di rûdanê de destpê kiriye.
Xendan
