Endamê DBK Îsa Huso di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest da
Îsa Husa dema ku serê sibehê saet di derdorên 06.00’an de ji mala xwe ya li taxa Kornîş a Qamişloyê derket û ji bo ku biçe karê xwe li wesayîta xwe siwar bû, teqîn pêk hat. Di encama teqînê de wesayît hilweşiya û Huso jî jiyana xwe ji dest da. Di dema teqînê de jinek jî wê demê di wir de derbas dibû û navê wê nehate hînbûn birîndar bû.
Hate hînbûn ku li bin wesayîta Huso bombe hatiye bicîhkirin û dema wesayît nêzî 3 metreyan ji malê dûr ketiye ji dûr ve hatiye teqandin. Piştî teqînê hêzên Asayîşê hatin cihê bûyerê û tedbîrên berfireh girtin. Her wiha li cihê teqînê lêkolîn hate destpêkirin.
Piştî lêkolînên li cihê bûyerê cenazeyê Îsa Huso rakirina Mizgefta Qasimo ya li Taxa Xerbî. Piştî agahiya êrîşê hate bihîstin, bi dehan welatiyan berê xwe dan Mizgefta Qasimo.
Cenazeyê Huso wê saet di 17.00 de li Goristana Şehîd Delîl Saruxan bê definkirin.
