• Wednesday, 11 February 2026
logo

Rojeke xwînavî li Iraqê; 17 teqîn û sedan kuştî û birîndar

Rojeke xwînavî li Iraqê; 17 teqîn û sedan kuştî û birîndar
Duh zincîreyek teqîn û kirdarên terorîstî li Bexdad û bajarên naverast û başûrê Iraqê qewimîn ku bi egrê ewan teqînan bi dehan kuştî û bi sedan birîndar çê bûn.


Li gor ajansên nûçeyan û li gor zanyarîyên ji wezareta navxweya hikûmeta navendîya Iraqê ve, Duh 14 teqîn li nawçeyên Sedr, Polîsê Çarem, Taxa Camî´e, Hebîbîye, Ûr, Neîrîye, Hurîye, Hey Risale, Topçî, Ebû Çîr û qezaya Mehmûdîye çê bûn ku di encama ewan teqînan de 37 kes hatine kuştin û 115 kes jî birîndar bûne.

Herwisa her duh li parêzgeha Besra jî otomobîleke bombrêjirî li nêzîkî bazaar nawçeya Xemse teqîya ye û 10 kuştî û birîndar lê çê bûye. Herwisa li parêzgeha Wasit jî bi egerê teqîna du otomobîlên bombrêjkirî li ser rêya Bexdad-Kût, 5 kes hatine kuştin û 38 kesên din jî birîndar bûne.

Rewşa tenahî û ewlehîya Iraqê die wan demên dawî de gelek xirab bûye û bi taybetî di heyva Remezanê de roj bi roj rewşa ewlehîya deverên naverast û başûrê Iraqê xirabtir bûye û tenê herêma Kurdistanê di rewşeke tenah û ewleh de ye.
Top