Serokayetiya Herêma Kurdistanê kirdarên terorîstiyên Bexda û parêzgehên din şermezar kir
Em Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bilî wê yekê ku bi tundî şermezariya wan kirdarên terorîstiyan dikîn, serxweşiyê li kesukarê şehîdên wan rûdanên xwînaviyan dikîn û hêviya başbûnê jî ji bo birîndarên wê zîncîre teqînê dixwazîn, daxwaz jî dikîn bi zûtirîn dem encamderên wê tawanê radestî yasa bikin.
Bilindbûna rêjeya kirdara terorîstî û aloztirbûna rewşa emnî, bi taybetî li meha remezana pîroz de, balkişandineke metirsîdare û belgeya eweye ku terorîst rêz li tu dîn û bihayekî nagirin. Em ji vê rewşa emniya welat dilgiranîn ku bi vî awayî ketiye ber êrîşan, bi taybetî jî ku ew kirdarên terorîstiyên îro balkişandina planekî metirsîdar têdaye ji bo bi armancgirtina welatiyan û belavkirina tirs û nearamiya li welat da. Daxwaz ji Hikûmeta Federal û hemû aliyê siyasiyan dikîn pêdaçûneke cîddî ji bo vê rewşê bikin û Herêma Kurdistanê jî ji bo hemû hevkariyek amadeye, da ku êdî ji vê zêdetir jiyan û bexteweriya welatiyan nekevê ber êrîşên terorîstan û sînorek ji bo vê rewşa nebaş bê danîn.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
29.07.2013
