• Wednesday, 11 February 2026
logo

Ciwanên Kurd û Bereya El Nesre

Ciwanên Kurd û Bereya El Nesre
Li gor daxuyaniyeke Wezareta Ewqaf ya Herêma Kurdistan`ê , 40 Ciwanên Kurd ji Sûriyê vegeriya Herêma Kurdistan`ê piştî ku bi Bereya El Nesre beşdarî şerê li dijî rêjîma Esed û Kurdên Sûriyê kirin.

Li gor çavkaniyên ragihandinan, bi dehan ciwanên Kurd ji Herêma Kurdistan`ê tevlî rêzên grûpên Îslamî yên li Sûriyê bûn bi armanca beşdarîkirina di şerê li dijî rêjîma Beşar Esed de.

Peyvdarê Wezareta Ewqaf ya Herêma Kurdistan`ê Merîwan Neqşebendî di daxuyaniyekê de bo Rojnameya El Heyat ragihand ku, li gor me gelekî nexweşe ku welatiyên me çekan hilgirin û di bin navê cîhadê de tevlî şer bibin, ji ber ku rakirina çekan û kuştina kesên din li ba me nayê pesend kirin, ji ber vê çendê me tevaya îmam û gotarbêj agahdar kirin ku ciwanên Kurd zana bikin û wan bidin bawerkirin daku karê wan ya serekî xizmetkarê gelê xwe bin.

Hêjayî gotinê ye ku, gelek ciwanên Kurd ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG ) ve ku di nav rêzên grûpên Îslamî de li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG ) şer dikirin dîl hatin girtin.

Xendan
Top