El-Kurdî: Şerê li Girê Spî dikeve xizmeta rejîmê
Malik El-kurdî ji Rûdawê re ragihand: “Her destêwerdaneke di nav navçeyan kurdan de dê bibe sedema derketina şerê di navbera kurd û ereban de.”
El-kurdî diyar kir ku gelek bشelge di destê wan de hene ku kê navçe xistiye nava krîzê de û dê di dema guncayî de wan belgeyan aşkere bikin.
Cîgirê fermandarê giştî yê Artêşa Azad her wiha got: “Ew karên Cebhet El-Nursa ku li navçeyên derdora bajarokê Girê Spî dike, şermezar dikin ji ber ew şer dikeve xizmeta rêjîmê.”
Malik El-kurdî welatên rojava tometbar kir ku rê li ber derbasbûna Cebhet El-Nursa û grûba bi navê `Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê` di nava xaka Sûriyê de xweş kirine daku temenê rejîma Beşar Esed dirêj bikin.
El-kurdî tekez kir ku ew wek Artêşa Azad li dijî Cebhet El-Nursa û grûbên din yên radîkalin û dibînin ku ew grûb di berjewendiya rejîmê de tev digerin.
El-Kurdî, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) jî tometbar kir ku alîgirê rêjîmê ye.
Cîgirê fermandarê giştî yê Artêşa Azad Malik el-Kurdî destnîşan kir ku pilaneke navdewletî heye ku Sûriyê bikeve nava milmilaneyên navxweyî daku parçe bibe.
El-kurdî di dawiya daxuyaniya xwe de eşkere kir ku dema Artêşa Azad li Hims û Şamê şer dike, tu alîkariyên leşkerî nagihinê, lê berevajî dema grûbeke ji bo şer diçe navçeyan kurdan, alîkariyên çekdarî ji welatên herêmî û ewropî bi ser de diherikin.
Rudaw
