Demîrtaş: AKP'ê wê me matmayî bêle
Selahedîn Demîrtaş di axaftina xwe ya li kongreya Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê de destnîşan kir û got: "Em hêvîdarin wê Hikûmeta AKP'ê di mehên Îlon û Cotmehê yên pêş de, me matmayî bihêle. Na, eger polîtîkaya xwe ya 10 salan dewam bike, wê bi xwe wenda bike."
Demîrtaş bibîr xist ku AKP'ê di deshilatdariya xwe ya 12 salan de nekarî pirsgirêka sergirtinê çareser bike û got: "Yên nêzî AKP'ê ne, pirsgirêka wan a sernixumandinê tineye. Pirsgirêka feqîrên sergirtî yên li kolanan bi ti awayî AKP'ê eleqedar nake."
Demîrtaş derheqê daxwazên xwe yên di pêvajoyê de got: "Em qenciya kesî naxwazin. Bazariya maf û azadiyan nabe. Tiştekî li ser bazarî were kirin li holê tineye. Li holê şaşiyek heye. Em dixwazim ev şaşî bê sererastkirin."
Di berdewamiya axaftina xwede Demîrtaş derbarê pirsgirêka girtiyên nexweş got: "Dibe ku girtiyên nexweş, ji ber hesasiyeta pêvajoyê dengê xwe dernaxînin. Ez ji vê derê bi awayekî zelal dibêjim; Emê çavê xwe lê negirin. Emê ji bêvila we bikşînin. Emê qiyametê rakin."
Demîrtaş her weha diyar kir ku divê li gorî rewşa huqûqî ya pêvajoyê girtiyên KCK'ê werin berdan û got, "Eger ew nebin, em nikarin pêvajoyê bimeşînin. Ev ne gef û şantajên BDP'ê ne."
