• Wednesday, 11 February 2026
logo

Ocalan: Encam çi be em neçarin serbikevin

Ocalan: Encam çi be em neçarin serbikevin
Parlamentera BDP'ê ya Îdîrê Pervîn Buldan di xwarina fitarê ya ji malbatên gêrîlayên HPG û PKKê re hate dayîn de axivî û hevdîtina dawî ya bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re kirin vegot. Buldan wiha axivî: "Birêz Ocalan ji bo vê pêvajoyê bi aştiyekî bi rûmet bi dawî bike, ji bo hemû piştgiriyan bide amade ye. Birêz Ocalan ji me re got; 'encama pêvajoyê çi be bila bibe em neçarin serbikevin."

Rêxistina BDPê ya Îdîrê ji malbatên gêrîlayên PKK û HPGê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane re li avahiya partiyê xwarina fitarê da. Wekîla serokê giştî yê serokê BDPê û parlamentera BDP'ê ya Îdîlê Pervîn Buldan, rêveberên BDP'ê, şaredarên navçe û bajaran û gelek kes tevlî xwarinê bûn.

Berî xwarinê parlamentera BDPê Pervîn Buldan axivî û bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û geşedanên li Rojava û wiha got: "Çareseriya li Rojava dê çareseriya Tirkiyeyê bi bandor bike. Pêvajoya çareseriya Tirkiyeyê jî dê pêvajoya çareseriyê ya Rojava bi bandor bike. Ji ber ku ji hev ne cuda ne. Dibe ku di navberê de sînor hebin. Ji ber ku gelê Kurd li her erdnîgariyê têkoşîna aştî, azadî û wekheviyê dide."

Buldan bal kişand ser hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re pêk anîn û wiha axivî: "Di hevdîtina me ya 21'ê tîrmehê ya bi Birêz Ocalan re pêk anîn de ji me re got, 'li hemû cihên hûn diçinê û civînên hûn li dar dixin spasiyên min ji ber piştgiriya dan pêvajoyê li gel bikin.' Ez dixwazim li gel êşên we kişandin hûn xwedî li pêvajoyê derbikivin û piştgiriyê bidin pêvajoyê. Birêz Ocalan ji bo pêvajo bi aştiyekî bi rûmet bi dawî bibe ji her fedekariyê re amade ye. Birêz Ocalan ligel di hucreyekê de bi tena serê xwe tê girtin jî ji pêvajoyê bi hêviye. Dema van dike dixwaze şertên wî jî bên guherîn. Birêz Ocalan got, 'encama vê yekê çi be bila bibe em neçarin serbikevin.' Lê têkoşîn bi tenê kesekî pêk nayê û divê gel jî tevlî bibe. Daxwaza Ocalan li ser serê me û çavên me cihê wê heye."

Buldan anî ziman ku, divê hikûmet gavên şênber bavêjin û daxuyand: "Gelê Kurd li her qadê ji bo hikûmet gavên şênber bavêje dike qêrîn. Lê hikûmet hê jî bêdenge. Ji bo aştiyê zêde dem tuneye. Hê jî meclîs nehatî vekirin divê gav bên avêtin. Piştî meclîs hate vekirin jî paketa demokratîkbûnê ya me bi lezgînî bê dîtin."

Rudaw
Top