YPG’ê nasnameyên 7 şervanan aşkera kir
Di daxuyaniya nivîskî ya navenda çapemenî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatiye weşandin ku di pevçûnên duh êvarê 27/7/2013`an de li gundên Çilaxa û Tirbespiyê de 4 şervanên YPG’ê û endamekî Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz ku alîkariya YPG’ê dikir jiyana xwe jidest dane, şervaneke YPJ’ê jî di pevçûnên 25’ê tîrmehê li gundê Siwêdîyê jiyana xwe jidest daye û li Efrînê jî şervaneke YPJ’ê di dema pêkdanî erka xwe de qeza kir û di encama qezayê de jiyana xwe jidest daye.
Navê 7 şervanên YPG’ê û YPJ’ê wiha ne:
- Ebdurehîm Birahîm. Jidayîkbûyê gundê Sermesax ê Girkê Legê 1976. Li 27’ê tîrmehê li gundê Girhok jiyana xwe jidest daye.
- Behcet Sebrî. Jidayîkbûyê gundê Banokiyê yê Girkê Legê 1986 di 27’ê tîrmehê de li gundê Girhok jiyana xwe jidest daye.
- Medîne Remezan, Jidayîkbûyê gundê gundê Çêleka yê Dêrikê 1984. di 25’ê tîrmehê de li Siwêdîyê jiyana xwe jidest daye.
- Hêvîdar Ezîz. Jidayîkbûyê Girê Berêh ê Tirbespiyê 1994. Di 27’ê tîrmehê li Tirbespiyê jiyana xwe jidest daye.
- Dilşad Nûreldîn. Jidayîkbûyê Qeldemûn a Dêrik 1991. Di 27’ê tîrmehê li gundê Girhok jiyana xwe jidest daye.
- Metîn Mihemed. Jidayîkbûyê gundê Rûbariya Dêrikê ye. Endamê Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz. Di 27’ê tîrmehê de li gundê Girhok jiyana xwe jidest daye.
- Meha Seydo. Li gundê Qestel Cindo yê Navçeya Şera ya Efrînê jiyana xwe jidest daye.
