Komîteyên asayîş û ewlekarî yên Îraq û Kurdistanê civiyan
Di civîna han de ku, ji aliyê Kurdistanê ve her yek ji wezîrê navxwe, birêveberê civata ewlekariya nîştimanî û wezîrê pêşmerge tê de amadebûn rewşa ewlekarî ya Îraqê û Kurdistanê û herwiha pêşhatên dawî yên warê ewlekarî û asayîşê de hatin nirxandin û behsa kiriyarên terorîstî yên hin deverên Îraqê jî hate kirin û her du alî tekez li ser hevkarî û hemahengiya navbera aliyên têkeldar kirin û ragehandin ku, bi hevkarî û hemahengiya aliyên têkeldar hîn baştir mirov dikare pêşiya terorsît û kiriyarên terorîstî bigire û welatiyan li hember kiriyarên terorîstî de biparêze.
