• Wednesday, 11 February 2026
logo

Misir dikele: 122 kuştî û 4 hezar û 500 birîndar

Misir dikele: 122 kuştî û 4 hezar û 500 birîndar
Hêzên ewlekariyê yên Misrê li dijî çalakvanên li Meydana Rabiatul Adeviyye darbeya leşkerî şermezar dikirin, gûlle reşandin û di encamê de 122 kes hatin kuştin û 4 hezar û 500 kes jî birîndar bûn.

Malpera fermî ya Partiya Dad û Hûrriyetê ya Misrê belav kir ku hêzên ewlekariyên yên Misrê mûdaxeleyî çalakvanên li Meydana Rabiatul Adeviyye kirin. Di encama mûdaxeleyê de hêjmara miriyan gihiştiye 122an û derdora 4 hezar û 500 kes jî birîndar bûne. Tê gotin ku rewşa zêdetirî 100 birîndaran jî xirab e.

Rayedarên nexweşxaneyê yên li meydana Rabiatul Adeviyye ragihand ku nîşangir li ser serbanan bûn û li dijî çalakvanan mermiyên rast bikaranîn.

Li aliyê din, rayedarekî ewlekariyê ji ajansa fermî ya Misrê MENA re axivî û wiha got: “Polîsan çekên bi agir bikarnanîne û tenê bi bombeyên gazê mûdaxeleyî çalakiyê kirine.”

Heman rayedarî diyar kir ku di bûyeran de 8 hêzên ewlekariyê jî birîndar bûne.

Pijîşkên li nexweşxaneya ji Ajansa Anadolu (AA) ya Tirkiyê re axivîn û wiha gotin: “Hêjmara birîndarên anîne nexweşxaneyê, hezar derbas kiriye. Ji vana herî kêm 300 bi gûlleyan birîndar bûne.”

Berdevkê Teşkîlata Birayên Misilman Muhammed el-Biltaci ji AA re axivî û wiha got: “Em li bendê ne her kes û her alî alîkariya me bikin.”

Rudaw
Top