• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Çelaxa teqîn û li Girkê Legê şer berdewame

Li Çelaxa teqîn û li Girkê Legê şer berdewame
Îro 24-7-2013, li nêzîk gundê Zexîrê a di navbera Girkê Legê û Çelaxa de, di encama êrîşa bombeyî ya li dijî benda asayîşê de, 2 endamên Asayîşê yên jin jiyana xwe ji dest dan.

Ajansa Hawarê belavkiriye ku, îro çarşeme di demjimêr 11.00’an de li dijî benda Asayîşê ya li gundê Zexîre ya di navbera Girkê Legê û Çelaxa de ye, êrîşek bombeyî pêk hat.

Hatiye ragihadin ku êrîş bi rêya otombêlekî bombekirî hatiye encamdan û di encama teqînê de 2 endamên Asayîşê yên jin jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndarbûne.

Ji aliyekî din, Li nêzî gundê Sikeriyê yê di navbera Girkê Legê û Til Koçer de, di navbera hêzên YPG’ê û koma Cephet El-Nusra de pevçûnên dijwar rû dan. Di encama pevçûnan de 25 endamên Cephet El-Nusra hatin kuştin, endamekî YPG’ê jî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA’yê belavkiriye ku, pevçûn şevê din destpê kirin û heta serê sibehê bi dijwarî dom kirin. Hate ragihandin ku di encama pevçûnê de 25 endamên Cephet El-Nusra hatin kuştin û endamekî YPG’ê jî jiyana xwe ji dest da. Hate gotin ku ji ber pevçûnan li herêmê şewat derket.

Xendan
Top