Kongrêsa Amerîka çira kesek bo çekdarkirina opozisiyona Surîya hil kir
Li gor raporteke Roytêrzê (Reuters), Mayk Racêrz serokê komisiyona asayişê li kongrêsa Amerîkayê ragihandiye, ku endamên kongrêsê gihîjtine ewê biryarê ku hikûmeta Amerîka dikare çek bide opozisiyona Surîya. Amerîka bo yekemîn car, di heyva bihorî de ragihand, ku hêzên opozisiyonê agahdar dike ku Waşington amade ye alîkarîya serbazî bide ewan hêzan ku li dijî rejîma Beşar Esed xebat û çalakîyan dikin.
Roytêrzê herwiha aşkira kiriye, ku pêştir komîteya asayişa encûmen apîran (Senat) a Amerîkayê, rê bi hikûmeta Amerîkayê dabû ku bi şêweyeke demkî, dest bi cîbicîkirina plana xwe bike û encûmen apîran ji pêngavên nihênîyên xwe agahdar bike.
Hevdem şeva bihorî, fermandeyê erkanê artêşa Amerîkayê jeneral Martîn Dempsî, 5 planên amadekirî yên hikûmeta Amerîkayê bo destwerdana serbazî di qeyrana Surîya de, xiste ber destê encûmena pîran a Amerîkayê.
