• Wednesday, 11 February 2026
logo

Teqîn di du mizgevtên Kerkûkê de

Teqîn di du mizgevtên Kerkûkê de
Duh şev li du mizgevtên bajarê Kerkûkê du kirdarên terorîstî hatin encamdan ku di encam de zêdetir ji 40 hevwelatîyan hatin kujtin û birîndarkirin.


Birêveberayetîya polîsê Kerkûkê di bêjedanekê de ragihand, ku şeva bihorî di nava du mizgevtên bajar de li taxa 1 Adar û di dema nivêjên terawîh de, du kirdarên terorîstî çê bûn ku di encam de 10 kes giyanê xwe ji dest dan û 30 kesên din jî birîndar bûn.

Birêbeberayetîya polîsê Kerkûkê herwisa ragihandiye, ku her du bûyerên terorîstî di encama teqînan du bomban li du mizgevtên taxa 1 Adar a Kekrûkê yên bi navên mizgevta Salihî û mizgevta Omer kurê Xetab qewimîn.
Top