Zimanê Kurdî li Ûrmîyeyê dihê qedexekirin
Di berdewama siyaseta Rejîma Komara îslamiya Îranê ya li ser hebûna gelê Kurd û ji holê rakirina nasnameya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, serokê komeleya karûbarên Pîşeyî yê bajarê Ûrmiyeyê bi fermannameyekê, ji derveyî wan navên bi zimanê Farsî hatine nivîsandin, hemû navên din qedexe kirin.
Di fermana serokê komeleya karûbarên Pîşeyî ya bajarê Ûrmiyeyê de hatiye destnişankirin ku, “Li gorî biryara Lijneya Wezîran her navek ku li ser dergehê dikanan û kargehan hatine nivîsandin, divê bi zimanê farsî be”
Ev biryara serokê komeleya karûbarên Pîşeyî, tenê navên dikanan û kargehan sinordar nake, belku heta navên kesan jî sînordar kiriye ku li gor biryarên hikûmetê, pêywîste nav li gor ferhenga farsî bin ku hikûmet bi fermî jê re ´´pîwanên ferhenga Îranî û pakîya adaba giştî´´ dibêje. Herwiha di dema hilbijartinan de jî navê gelek kesan red dike. Herwisa maweyek berê, rêkxistineke rojnamevanî ya bi navê rêkxistina kulûpa peyamnêrên ciwan bi nameyeke fermî ji nûçegihan û peyamnêrên Kurd xwastibû, ku bi navê Kurdî kar nekin û pêywsîte navên xwe yên Kurdî bi navên Farsî yan îslamî biguherin.
Ji berîya niha jî li bajarê Kirmaşan û Sine û Bane û Merîwan eşkere bibû ku berpirsên Perwerdeyê û Civakî hewildabû li dibistanan rê li pêşiya axavtina zimanê kurdî bigre.
Komara Îslamiya Îranê ji derveyî zimanê farsî , hîç zimanên din bi fermî napejirîne û rê li pêşiya perwerde û axavtina zimanê gelên din digire.
Ûrmîye bajareke mezinê Rojhilatê Kurdistanê ye ku di edebîyata fermîya hikûmetê de li ser parêzgeha Azerbaycana Rojava dihête hejmarkirin. Ûrmîye bajarê gelek sehildan û şoreşên serbixweyîya Kurdistanê ye ku şoreşa Simko Şikak û Ubeydullah Nehrî ji giringtirînn wan di serdema nû de ne. Herwisa di serdema Sefewîyan de jî, Mîrê lep zêrîn şoreşeke mezin li nawçeya Ûrmîyeyê heta Nexedeyê kir.
