• Wednesday, 11 February 2026
logo

Part û aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê bi Serokatiya Serok Barzanî civiyan

Part û aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê bi Serokatiya Serok Barzanî civiyan
Di civîna Duh de ku, bi armanca damezrandina komîteya amdekar bo destpê kirina amadekariyên lidar xistina kongreya netewî ya Kurd hatibû sazkirin Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî peyamek pêşkêş kir ku, ev jî tekesta vê ye;



Bi navê bexşende û mihiriban

Amadebûyên hêja

Part û aliyên siyasî yên têkoşer ên Kurdistanê

Xweşk û birayên hêja

Ev demê we baş

Gelek kêfxweşim ku, îro mêwandariya weyên birêz dikim di civîneke dîrokî ya ji bo destpê kirin bo amadekariyên organîze kirina kongreya netewî ya Kurd a ku, çend sale weke pêngaveke girîng li ser vê tê giftûgokirin.

Ji bo amadebûna we spasiya we dikim û hun bixêr hatin.



Kongreya netewî ya Kurdistanê yek ji armancên girîng ya tevahiya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê ye ku, demeke dirêje bo organîze kirina wê hewl tên dayîn û em jî ( ez, mam celal û ebdulah ocelan û aliyên din yên Kurdistanê )hertim di nava giftûgo û şewirê de bûn, tê bîra min ku, di naverasta salên 1970an de me li ser girîngiya kongreya netewî ya Kurd de çendîn tişt nivîsandin, lewre îro bo me rojeke dîrokî û girînge jiber ku, hewldanên han îro gehêştine encam û îro em di vê civînê de komîteya amdekar ya kongreya netewî yaku, biryare piştî meheke din li Hewlêrê were lidarxistin dadimezirînên.

Armanca me ya sereke ji vê kongreya han ewe ku, tevahiya part û aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê bibin xwedan yek gotar û steratîjiyeteke hevbeş yaku, li ser bingeha gehandina peyama aştî û bihevre jiyanê bo gelên deverê were damezrandin, em dixwazin bi rêya vê kongreya han ji gelên ereb, faris û tirk re bibijên ku, çavên Kurd li bihevre jiyana aştiyane û yeksaniye li gel we de.



Em naxwazin dijatiya ti gel û dewleteke cîran ya xwe û deverê bikin belku, em dixwazin ku, bi giştî dijminatî ji holê rabikin û bigehêjin bi lihevhatinekî bo tevahiya kêşeyên heyî û çareseriyeke aştiyane û dadmend ya ji bo doza Kurd, jiber ku, em di vê baweriyê dene ku, Kurd û serwet û samanên Kurd dikarin beşdariyeke gelek mezin bo pêşde birina deverê û bilind kirina asta jiyana tevahiya gelên deverê bikin.

Kurd dixwaze bibe sedema aramî û aştî, dixwaze bibe sedema bihêz kirina demokrasî li deverê de û ev pêngavên han ji bi çek nayên cîhbicîhkirin lewre pêdeviya me bi aştiye.

Ezmûna Kurdistanê jî ev yek îsbat kir ku, azadiya Kurd netenê nabe sedema şer li dijî cîranan belku, dibe sedema aramî û wejandina jiyana abûrî li deverê de û ev yek jî belgeyeke gelek girînge bo aştîxwaziya gelê Kurd.

Amadebûyên hêja

Ez dixwazim liwir ev yek eşkere bikim ku, di serdema nû de çeka herî girîng û rêya herî baş bo danûstandin li gel cîhana derive û dabîn kirina mafên reva yên gelê Kurd esas wergirtina zimanê diyalog, aştî û cîhbicîh kirina pîwerên demokrasiye.

Jiber ev zimana han dibe sedem ku, di asta navnetewî de şerêyetek ji daxwazên gelê Kurd re were dayîn û pêgeha Kurd jî di nava navendên navnetewî yên cîhanê de bihêztir dike.



Spas ji xwedê re ku, serdema niha serdemeke nûye û ti kes nikare bi zimanê çek û bi mentiqa jinav birênê nêzî Kurd bibe. Ev rastiya han ji dewletên cîran û yên deverê re jî îsbat bûye ku, jinav birina gelê Kurd bi xeyalan jî nayê cîhbicîhkirin lewre pêwîste di rewşa nû de gelê Kurd û hêzên siyasî yên Kurdistanê steratîjiyeteke hevbeş û rêkûpêk daynin daku, bikaribin peyama aştiyane ya gelê Kurd bigehênin cîhanê û dibe tevahiya aliyên Kurdî jî girêdayî vê peyama han bin.

Hêjayan

Damezrandina komîteya amdekar ya kongreya netewî weke destpêkek bo karûbarên kongreyê pêngaveke gelek girîng e. daxwaz ji tevahiya aliyên beşdar dikim daku, bi rihê biratî û nîştimanperwerî û dûr ji her cure helweste û îdeolojiyeke siyasî û berteng bihevre kar bikin daku, ev pêngava han bi serkeftî were cîhbicîhkirin.

Ez bawer dikim ku, xelkê Kurdistanê, navendên akademîk, civakî, medemî yên her çar parçeyên Kurdistanê li benda me ne û hêviyeke wan ya mezin heye ku, kongreya han serdikeve, lewre dibe ev hêvî û ev bendewariya han bibe handereke mezin boku, em destê xwe bidin hev û bihevre kar bikin û daku, tevahiya qonaxên kongreya netewî bi serkeftî werin derbaskirin û bikaribin bi biryar û erkên girîng dawî bi kongreyê bînin û tevahiya aliyan jî bi wan biryar û erkan re girêdayî bin.





Hêvî dikim beşdarwanên civînê bikaribin komîteyeke kara û jêhatî dabimezrînin, bêgoman endambûn di vê komîteya han de serbilindiyeke gelek mezine û erkekî gelek girîng û dîrokî jî li ser stuyê vê komîteya hane, ji destnîşan kirina çarçoweya locistîkî bigire heta danîna çarçoweya giştî bo peyam û armancên kongreyê û herwiha danîna mekanîzmek bo pêkanîna skretariyeta giştî û hertimî ya kongreyê daku, kongreya netewî bibe deriyeke netewî û hertim tîmekî hilbijartî jî hebe daku, wenêrînê bo kar û çalakî û biryarên kongreyê bike û serokatiya Kurdistanê jî di warê amadekirin û serxistina kongreya han de vê hevkariyeke baş pêşkêş bike.



Hêjayan

Ez dixwazim ev yek bi eşkere bibêjim ku, niha em behsa kongreya netewî ya Kurd dikin, ev nayê vê wateyê ku, me berejwendiyên netewên din yên Kurdistanê li berçav negirtiye belku, çanda hevnîştîmanîbûnê ev yek li ser me ferz dike ku, di her biryarekî de berejwendiyên tevahiya gelên Kurdistanê li ber çav bigirin. Herwiha daxwaz ji we dikim ku, bi girîngî li bihêz kirina destkeftên herêma Kurdistanê û deverên din yên Kurdistanê binêrên jiber ku, ev destkeftên han berhema xebat û qurbanîdaneke gelek zor ya gelê mene.



Di dawî de hêviya serkeftinê bo we dixwazim û daxwaz ji tevahiya aliyan dikim ku, hest bi pîrozî, girîngî, berpirsiyartî ev karên han ya pîroz bikin û bi her awayî hewl bo bihêztir kirina yekrêzî û yek helwestiya nava aliyên Kurdî bide û nimûneyeke serdemiyane ya karên siyasî yên pêşkeftî li deverê de pêşkêş bikin.

Omîdekî min ya gelek mezin bi paşeroja gelê Kurd heye û ez bawerim ku, bi yekgirtin û xebatên berdewam yên aştîxwazane dahatûyeke rûnak li benda meye.

Zor spasiya we dikim

Nemirî bo şehîdan û bijî Kurd û bijî Kurdistan
Top