• Wednesday, 11 February 2026
logo

Parêzgarê Mûsilê: Welateke hevsê bombên nû dide komên çekdar ên li Iraqê

Parêzgarê Mûsilê: Welateke hevsê bombên nû dide komên çekdar ên li Iraqê
Parêzgarê Mûsil li bakûrê Iraqê Esîl Nucûyfî aşkira kir, ku hejmarek komên çekdar coreke nû yê bomba çandî bi kar anîne ku li welateke hevsêyê Iraqê dihête çêkirin.


Esîl Nucûyfî herwisa got, ku ev bomba ku çayxaneya Bab Lekeş a li navenda Mûsilê kire armanc, 12 kes kuşt û 12 kesên din birîndar kir, li yek ji welatên cîranên Iraqê hatiye çêkirin.

Parêzgarê Mûsilê da xuyakirin, ku ev core bombane li dûr ve dihên arastekirin û berî çend heyvan, bo Iraqê hatiye anîn û ji alîyê çend grûpeke çekdar li parêzgeha Mûsilê bi kar hatiye ku peywendîyeke rastewxo yan narastewxo bi welatê çêker ve heye.

Nucûyfî amaje bi nave hîç welatekê neki ku ev bomb tê de dihête çêkirin û bo komên çekdar ên li Iraqê dihê şandin.
Top