Li Kerkûkê 5 Pêşmerge şehîd bûn
Di bareya evê bûyerê de emîd Sehed Qadir birêveberê polîsê bajar û nahîyeyên Kerkûkê ji PNA re ragihand, ku ´´ev buyer îro nêzîkî demjimêr 4 êvarê çû bûye û bûye hokarê şehîdbûna 5 pêşmergeyan.´´
Serhed Qadir ragihand, ku ev her 5 pêşmerge ser bi fewca birayetî bûn ku ser bi hêza zêrevanîya Kurdistanê ye û çend çekdarên nenaskirî, ew gulebaran kirine û 4 pêşmerge demildest gîyanê xwe ji dest dane û ewê din jî ji ber dijwarîya birîna xwe, şehîd bûye.
Birêveberê polîsê bajar û nahîyeyên Kerkûkê herwisa got:´´ ew fewca li sînorê Zab û Sergeran bi cih bibûn bo parastina ewê sînorê, lê terorîstan, çavên wan bi asayiş û aramîya Kerkûkê narabe.´´
