Serfermandarê YPG: Em xwe bi dostê Tirkiyê dibînin
Îro 20/7 di çavpêkeftinekê li gel malpera Radîkal a Turkî, Sîpan hemo ragihand û got: “Em ne ser bi çu partiyekê ne û em girêdayî Desteya Bilind a Kurdî ne.” Her weha Hemo berdewam kir û got: “Pêwîst nake Turkiyê YPG`ê weku çavkaniyeke hereşê bo welatê xwe bibîne bi berovajî em xwe weku dostê Turkiyê dibînin.”
Li ser pirseke Radîkalê gelo YPG`ê çi dixwaze, Sîpan Hemo got: Em li navçeyê xwe bi yek ji ew aliyên ku hevkarin bo pêşxistina demokrasî eger ew navçane bikevin destê îslamiyên tundrew wê demê rojhilata navîn wê rastî karesatê bê em vê yek wek hereşe li ser xwe û xelkê Turkiyê dibînin. Tişta ku em dikin sûda Turkiyê û rojhilata navarast têde heye.
Her weha Sîpan dibêje ku gelekî şerme bo hindek şovenîstan û ewên dijî demokrasiyê ne ku pêşkeftinên me wek ne aramî bo ser Turkiyê wesif dikin. Hemo got: “Eve saleke em kontrola beşekî sînorê Turkiyê – Sûriyê dikin û heya niha tu tiştek rû neda û welatiyên sînorî yên Turkiyê jî gelek kêfxweşin.”
Xendan
