• Wednesday, 11 February 2026
logo

Babil: Xwekujek berya xwe biteqîne hate girtin

Babil: Xwekujek berya xwe biteqîne hate girtin
Li parêzgeha Babilê çend welatiyekî karîne kesekî xwekuj destgîr bikin ku hewla wê yekê daye xwe li nava pirsgeyekê de xwe biteqîne, wî kesê xwekuj xwestiye mizgefteke bajarokê Eskenderiye li bakûrê parêzgehê bike armanc.

Li gor nûçeyeke malpera Sumeriye Newsê belavkiriye ku kesekî xwekuj ku kemberekî bombekirî hilgirtibû çûye nava mizgeftekê li bajaroka Eskenderiyê li parêzgeha Babilê lê belê berya ku xwe biteqîne ji aliyê komek xelk ve rêgirî lê tê kirin û nehêştine ew xwe biteqîne û ew destgîr kirine.

Parêzgeha Babilê bi taybet Hile ku navenda parêzgehê bi awayekî asayîş û aramî têde diyare lê belê dem demî hêriş û kirdarên terorîstî têde rû didin.

Xendan
Top