• Wednesday, 11 February 2026
logo

15 çekdar û 5 şervanên YPG’ê hatin kuştin

15 çekdar û 5 şervanên YPG’ê hatin kuştin
Li gor nûçyek Ajanasa Hawarnews`ê li gundê Siwêdiyê yê di navbera Girkê Legê û Til Koçer de ye, pevçûnên ku ev 3 roj bûn di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar de dom dikirin, di demjimêrên serê sibê de dijwar bûn.

Hate ragihandin ku di encama pevçûnan de zêdetirî 15 çekdar hatin kuştin û gelek jî birîndar bûne.
Di pevçûnan de 5 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe ji dest dan. Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku dê sibe nasnameyên 5 şervanan bêne aşkerakirin.

Hêjayî gotinê ye ku, piştî pevçûnan komên hêrîşkar ji gund hatine derxistin û pevçûn niha li gundê Cedaan didomin.

Xendan
Top