• Wednesday, 11 February 2026
logo

Bînîcî:El Nesra Dixwaze Turkîye û YPG berde hevdu

Bînîcî:El Nesra Dixwaze Turkîye û YPG berde hevdu
Derbarê şer û pevçûnên navbera Yekîneyên Parastina Gel û Bereya El Nesre çend grûpên çekdar yên girêdayî Artêşa Azad, parlamenterê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) yê Ruha`yê Îbrahîm Bînîcî di daxuyaniyekê de bo Radyo Dengê Emrîka de got: Berya El Nesra û YPG li bajarê Serêkanîyê şer kirin û di dema vekişîna Bereya El Nesra bi guleyên havanê hêrîş bir ser sînorê Turikiyê û bargehên leşkerî.”

Binîcî îddîa kir hêza El Nesra li Sûriyê kêm bûye û dixwaze Turkîye û YPG’ê berî hev bide da ku şerek di nav wan de dirust bibe.

Parlamenterê Kurd da zanîn ku 3 endamên El Nesrayê yên ku di pevçûna YPG’ê de hatine kuştin, yek jê ji Erzeromê ye, 2 kes jî ji Edenê ne.

Ew kes ji alîyê Turkîyê hatine şandin û birîndarên El Nusra jî li nexweşxaneyên Turkîyê tên derman kirin.

Xendan
Top