Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê nû yê Tirkiye li Herêma Kurdistanê kir
Li destpêka hevdîtinê de Konsolê nû yê Tirkiye li Herêma Kurdistanê xweşhaliya xwe bi vê hevdîtinê derbirî û silav û rêzên Ahmed Davudoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye bi Serok Barzanî ragihand. Paşê balkişand li ser pêwendiyê di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê da û got: Ew pêwendî gelek girîngin û divê zêdetir bêne pêşxistin, ji ber ku li berjewendiya her dû aliyan da ye. Her wiha behsa wê hejmara zêdeyê kompanya û revenda Tirkiye kir, ku li Herêma Kurdistanê kar dikin, eve jî bi belgeyê girîngê wan pêwendiyan da zanîn. Li mijareke din de behsa aramî û proseya avadankirina Herêma Kurdistanê kir û got: Li dema karkirina min ya wekî Konsolê Tirkiye li Herêma Kurdistanê de gelek hevkarî û karhêsaniyê min ji dam û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dîtiye û hêviya berdewambûna wan dixwazim.
Paşê rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê bi xêrhatina wî kir û pîrozbahiya li dest bikarbûnê lê kir û got: Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye berev pêşçûna baş bi xwe ve dîtiye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo karhêsanî û pêşxistinên zêdetirê wan pêwendiyane hevkar dibê. Li mijareke dinê hevdîtinê de pêvajoya navçeyê bi giştî guftûgo kirin.
