• Wednesday, 11 February 2026
logo

BDP hêrişên ser Rojavayê Kurdistan`ê şermezar dike

BDP hêrişên ser Rojavayê Kurdistan`ê şermezar dike
Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) di daxuyaniyekê de ne razîbûna xwe li hemberî hêrişên bo ser bajarê Serêkaniyê,Efrîn û tevaya deverên Rojavayê Kurdistan`ê derbirî û bang li hikûmeta AKP`ê kir dev ji helwesta xwe ya jibo dirustkirina ne aramiyê li herêmê berde.

Li gor daxuyaniyê, hêrişên bo ser bajarên Efrîn û Serêkaniyê û tevaya Rojavayê Kurdistan`ê cihê gumanê ye ku hikûmeta Turkiyê hevkarî û piştgiriya Bereya Nesre dike û çeteyên wê rêxistinê hêrişî ser deverên Kurdan dikin lewra gumana me zêde bûye.

Em vekirî dibêjin Bereya El Nesre ku rêxistinek tawanbar û qedexekirî ye ne tenê li Rojavayê Kurdistan`ê,dê bibe sedema ne razîbûn û karvedanên Kurdên Îraq, Îran`ê jî.

Lewra divê ku Hikûmeta AKP`ê yekser dev ji helawesta xwe ya ku ne armaiyê li herêmê dirust dike berde, ji ber ku karê hikûmeta AKP`ê dike berevajiya pêvajoya çareseriya demokratîke, ku hem bê baweriyê dirust dike hem jî zemînekî bo pîlangeriyên têkdana proseya aştiyê dirust dike.

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye gotin ku: Em ji hinava dilê xwe berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya ser bi Desteya Bilind ya Kurdî (DBK)ve ku tevaya pêkhatên wan deveran diparêze silav dikin.

Xendan
Top