Tariq Haşimî: Îran nahêle tu guhertinek li Iraqê pêk were
Tariq Haşimî, ku niha li Tirkiyê dijî di hevpeyvînekê de digel rojnameya Şerq El Ewset de diyar kir ku kêşeyên navbera Bexda û Herêma Kurdistanê gelekî aloz in û pêkanîna guhertinan ji aliyê hikûmeta Malikî ve gelek zehmet e.
Haşimî got ku kêşeya Iraqê siyasî nîne û girêdayî sîstema hikûmetê ye û wiha axivî: “Hêzên navdewletî pişta kurdan digirin, Amerîka û Îran jî piştî şîeyan digirin lê gelên Iraqê naxwazin girêdayî tu dewletekî bin.”
Cîgirê berê yê serokomarê Iraqê Îran bi têkdana rewşa Iraqê tohmetbar kir û wiha anî ziman: “Eger pêşiya destêwerdana Îranê bo nav karê Iraqê bê girtin mirov dikare guhertinan bike, ji ber ku eger aliyên siyasî yên Iraqê li hev jî werin Îran têkdide. Mînak têkçûna plana standina baweriyê ji Malikî.”
Tariq Haşimî ku bixwe sunnî ye, ragihand ku ew zulma ku derheqê wî de hat kirin diviya rayedarên iraqî li hember wê zulmê derketiban lê mixabin tiştek nekirin.
Haşimî derbarê sedema terikandina Herêma Kurdistanê de jî axivî û wiha got: “Ez hest dikim niha azadtir im ji ber ku dema li Hewlêrê mêvanê birêz serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bûm gelek hurmeta min girtin lê min hest dikir ji ber min tengav bûne lewma min biryar da ji Kurdistanê derkevim.”
Tariq Haşimî derheqê çûyîna xwe ya Qeterê de jî wiha anî ziman: “Dema nameya vexwendinê ya mîrê Qeterê gihîşt destê min ez mêvanê Talebanî bûm li mala wî ya li Qelaçolanê. Talebanî ji min pirsî tê vegerî? Min jî gotê bêguman. Talebanî got, Malikî dibêje eger dixwaze here derve dikare here min jî got bêje Malikî heta serokomarê Iraqê destûrê nede ez naçim.”
Cîgirê berê yê serokomarê Iraqê Tariq Haşimî, par ji aliyê dadgeha bilind a Iraqê ve bi plankirin û encamdana çalakiyên terorîstî li Iraqê hatibû tohmetbarkirin û fermana girtina wî dabû.
Dema fermana girtina Haşimî hat dayîn ew li Herêma Kurdistanê bû, ji ber wê jî venegeriya Bexdayê û paşê ji wir ve derbasî Qeterê bû û piştî demekî çû Tirkiyê.
Rudaw
