• Wednesday, 11 February 2026
logo

Erdogan: Yên pêvajoyê têk bidin dê hesab bidin..

Erdogan: Yên pêvajoyê têk bidin dê hesab bidin..
Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan ragihand ku,yê ku bixwazin vê pêvajoya xweşik sabote bikin dê nekaribin hesabê bidin gel. Erdogan teqez kir ku, yên dixwazin bi tehrîkan pêvajoyê têk bibin dê nekaribin hesabê bidin dîrokê.

Erdogan li mala wîlayetan ya Golbaşiyê di xwarina fitarê li gel xizmên şehîd û gaziyan re hat ba hev. Erdogan îdiakir ku, hinek derdor dixwazin pêvajoyê sabote bikin û got: “Em di bin şahid ku hinek xayîn li ser karin. Yê vê pêvajoyê sabote bike dê nekare hesabê bide. Em dê serê xwe ji vana re netewînin.”

Erdogan got: “Ev pêvajo, ne pêvajoya bigire bide ye yan ya bazarê nîne. Em pêşerojekî ne dikuje û tê kuştin, em pêvajoyekî jiyan kirin û dana jiyankirin dixwazin.”

Serokwezîr cext kir û got: “Ev 7 mehe şehîd çênabin, ma gelo ev ne rihetiyeke? Gelo ev ne hewayê hizûrêye di nava civakê de? Ma tişta em li bendê bûn ne ev bû?.”

Têkildarî pêvajoya çareseriyê jî Erdogan got: “Piştî ku pêvajoya çareseriyê destpêkir hêjan li çiyayan agahiyên dilbiêş nehatine. Em dixwazin êşên ku we jiyan kirine dayîk û bavên din jiyan nekin.”

Erdogan berdewam kir û got: “Nemerdên ku ji bo pêvajoyê sabote bikin, xwîna birije, ciwana bikujin û bidin kuştin hemû cûre tehrîka dikin. Em dibin şahid ku xayîn li ser karin.”

Di dawiya axaftina xwe de Erdogan got: “Em dê destûrê nedin binpêkirina makezagon û zagonan. Yê vê pêvajoya xweşik sabote dike dê nekare hesabê bide gel. Yên dixwazin bi tehrîkan pêvajoyê têk bidin dê nekarin hesabê bidin dîrokê.”

ANF
Top