Karayilan: Nameya ku dê biba sedema xitimandina pêvajoyê gihîşt destê me
Li gorî nûçeya ANF, fermandeyê HPGê Murad Karayilan bi rêka cîhazê ji gerîlayên PKK yên li bakûr û başûrê Kurdistanê ne axivî û agahî û gotinên girîng derheqê pêvajo û rewşa siyasî ya Kurdistanê da.
Karayilan derbarê pêvajoya aştî û çareseriyê de diyar kir ku wan erk û wezîfeyên xwe yên li hember pêvajoyê bicîh anîne lê dewleta Tirkiyê û hikûmeta AKPê heta niha tiştek nekirine, ev jî dibe sedema guman û şika gelê kurd li hember pêvajoyê.
Derheqê daxuyaniya xwe ya hefteya borî de ku gotûbû “hefteya pêşiya me gelekî girîng e” Karayilan wiha axivî: “Sedema wê yekê ew bû ku hefteya beriya wê, rêber Apo namyek ji bo û yek ji hikûmeta re şandibû û ji şanda ku çûbûn gel wî re gotibû eger vê nameyê nedin we wê çaxê naxwazin gavan bavêjin. Dema name gîro bû me jî piştî kongreya KCKê civînek saz kir û ragihand, eger nameya rêber Apo nedin me wê demê pêvajo dê bixitime. Lê paşê name ji me re hat şandin. Eger name nehatiba dayîn pêvajo dê bixitimiya.”
Li ser naveroka nameya han de endamê rêveberiya KCKê da zanîn ku Ocalan di wê nameyê de ji dewletê xwestiye ku 8 komîsyonan ava bike û wiha anî ziman: “Komîsyona Hiqûq, Komîsyona Sosyo-Ekonomîk, Komîsyona Mîsaqî Mîllî, Komîsyona Azadiya Jinê, Komîsyona Ekolojî, Komîsyona Civaka Sivîl, Komîsyona Ewlekariyê, Komîsyona Şopandin û Lêkolînkirina Rastiyan.”
Karayilan her wiha di berdewamiya axaftina xwe ji hêzên gerîla xwest ku hemû pîvanên gerîlatiyê cî bi cî bikin û di dema vekişînê de jî rêk û pêk bin.
Endamê rêveberiya KCKê Murad Karayilan, salvegera serhildana rojavayê Kurdistanê jî pîroz kir û diyar kir ku ew ne li pişt lê li kêleka gel û serhildana rojavayê Kurdistanê ne.
Karayilan ragihand ku serhildana rojavayê Kurdistanê tenê rojava rizgar nekiriye lê bûye sedema bihêzbûna stratejiya kurdî li rojhilata navîn û wiha axivî: “Ji ber wê jî şoreşa rojavayê Kurdistanê rolek neteweyî dilîze.”
Murad Karayilan derheqê konferansa neteweyî ya ku biryar e li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê û bi beşdariya hêz û partiyên 4 beşên Kurdistanê were lidarxistin de jî agahî da û wiha axivî: “Weke ku tê zanîn Rêberê me ji bo 4 konferansan bang kiribû. Ji van 3 (Tirkiye, Bakurê Kurdistan û Derveyî Welat) pêk hatin. Niha jî Konferansa Netewî di rojevê de ye. Eger astengiyek dernekeve wê konferans di dema pêş de pêk were. Li ser vê bingehê xebat û hevdîtin dewam dikin. Pêşketinên girîng hene. Gelê me bi salane xeyala platformeke yekitiya netewî ya navbera her çar parçeyan dijî. Em hêvîdarin ev xeyala gelê me wê pêk were.”
Rudaw
