Eşwaq Caf: Pêywîste di maweya mayîya parlemanê de qanûnên girîng bihên pejirandin
Parlemanter Eşwaq Caf a ser bi fraksiyona Hevpeymanîya Kurdistanî ragihand, ku hejmarek qanûn li parlemana Iraqê mane ku vedigerin bo çend sal pêştir û xûla berê ya parlemanê ku hokarê wê jî vedigere bo nakokîyên siyasî ku wisa kirine ku di parlemanê de nehên pesendkirin û bimînin bo ser maseya guftûgoyan.
Eşwaq Caf herwiha got:´´ ew maweya ku ji temenê xûla parlemana Iraqê maye, bese ji bo ku ew qanûnên girîng bihên pesendkirin, heger fraksiyonên siyasî bikaribin sazanê li ser bikin û saziş ji hindek daxwazên xwe bikin ku bûne rêgir berdem pesendkirina wan de. Ewa pêywîste li ser fraksiyonên siyasî, pabendbûna wane bi destûrê ve bi bê cudakarî di navbera madeyên destûrî de.´´
Caf amaje bi ewê jî kir, ku serokatîya parlemana Iraqê amade ye ji bo ku ewan qanûnên girîng, ku girîngîyeke rastewxo hene bo hevwelatîyan, bixe xişteya bernameya kombûnên parlemanê da ku bikaribe xwandin bo madeyên ewan qaûnan bihê kirin û piştre li gor peyrewa navxwe ya aprlemanê deng li ser bihê dan û bihên pesendkirin.
