Mekteb siyasiya PDKê piştgîriya peyama Serok Barzanî dike
Di beşek ji vê daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku, peyama duhê ya Serok Barzanî nîşaneya dilsoziya Serok bo welat û nîştiman û herwiha wefadariya Serok Barzanî bo karwana xebat û têkoşîna gelê Kurd û Serok Barzanî bi weşandina peyama xwe ev yek eşkere kir ku, rêz ji îrade û biryara giştî ya parlementoyê digire lewre ev biryarên ku, ji aliyê parlementoyê ve hatine stendin red nake û bi vê rengî dixwaze pêşiya vê qirîzê bigire ku, opozîsyon dixwaze di nava prosesa siyasiya Kurdistanê de çê bike.
Mekteb siyasiya PDKê eşkere kir ku, ew weke mekteb siyasî û civata Serokatiya PDKê piştgîriya peyama Serok Barzanî dikin û gel piştrast dike ku, îradeya gel li cem PDKê li ser her tişteke din de ye û bi tenê gel bo xwe dikare ku, biryar li ser çarenûs û dahatûya xwe bide.
