Êraq: Muftiyê rêxistina Qaîdê hate kuştin
Li gor nûçeyekî pêgeha Şefeq Newsê, jêderekê li hêzên ewlekariyê amaje bi wê yekê kiriye: Îro 16/7, danê serê sibehê çekdarên rêxistina Qaîdê êrişî baregeha artêşa Êraqê ku ser bi firqeya 4 li bajarokekî bakûrê Tikrîtê kirine û şerekî giran çêbûye.
Di dirêjahiya axaftina xwe de jêderê cext kiriye ku hêzên artêşê kariye serkirdeyê wê koma çekdar bikujin û piştî lêkolînê derketiye ku ew kesê hatiye kuştin muftiyê rêxistina Qaîdê bûye li Êraqê û bi Mihemed Elhedî tê naskirin û ewên din jî karîne birevin û xwe xilas bikin.
Xendan
