• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serêkaniyê: Di navbera El-Nusra û YPG`ê de şer derket

Serêkaniyê: Di navbera El-Nusra û YPG`ê de şer derket
Îro 16/7/2013`an, li bajarê Serêkaniyê piştî êrîşa çekdarên Cephet El-Nusra ya li dijî otombêla Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya girêdayî YPG’ê, şer derketiye û hate ragihandin ku navendek êrîşkaran ketiye destê YPG’ê û 6 êrîşkar jî hatine kuştin.

Piştî ku wesayita YPJ’ê ku 3 şervanên 2 ji wan jin yek jî xort têde bûn, saet derdora 11.00-11.30’an de dema li Çerxerêya Berîdê ya li taxa Mehedê rastî êrîşa Cephet El-Nusra hat, pevçûn derketin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin, di pevçunan de navenda koma bi navê Emil Mislimin a girêdayî Cephet El-Nusra ku berê wekî navenda siyasî ya artêşa Suriyê dihat zanîn ket destê YPG’ê. Her wiha di pevçûnan de 6 êrîşkar hatine kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Şervanê YPG’ê yê ji aliyê koma êrîşkar ve hatibû girtin jî hate rizgarkirin.

Hate ragihandin ku pevçûn li dora navenda Şebîbê ya li taxa Mehetê ku berê wekî navenda ciwanan dihat zanîn diqewimin û car caran dom dikin.

ANHA
Top